Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rojnameger Ergun Babahan piştî êrişa li dijî Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di hesabê xwe yê twittwerê de nirxandinên xwe anî ziman. Derbarê Ergun de ji ber parvekirinên wî yê di twitterê de biryara binçavkirinê hat dayîn.
Babahan piştî li Artvînê konvoya Kiliçdaroglu rastî êrişê hat di hesabê xwe yê Tewitterê de wiha got: “Hemû kesên ku piştgirî didin faşîzmê wê hesab bidin. Dê Kiliçdaroglu jî bide. Ev hêj destpêk e!”
Ji ber gelek kesan bertek nîşanî wê twitê da, Babahan jî di hesabê xwe de got ku ew êrişê naecibîne û destnîşan kir ku ya ku pêk hatiye encama geşedanên beriya niha ye û van peyaman belav kir:
Yanlış anlamaya açık tweetimi düzelteyim: Faşizan zihniyet önce toplumun geniş kesimlerini ortak bit düşmana karşı birleştirir+
— ergunbabahan (@ebabahan) August 25, 2016
Sonra sıra kendisine destek veren kesimlere gelir. Eli güçlendikçe, farklı düşünen muhalifleri hedef alır, sindirir.
— ergunbabahan (@ebabahan) August 25, 2016
Berberoğlu'na açılan dava, Kılıçdaroğlu'na silahlı saldırı bunun ilk örnekleridir. Zaman içinde daha da turmanacaktır
— ergunbabahan (@ebabahan) August 25, 2016
Dozgerê Sûcên Çapemeniyê ya Serdozgeriya Stenbolê Umut Tepe derbarê Babahan de ji ber twitên wî parve kiriye bi hinceta “pesna sûc û sûcdaran daye” lêpirsîn da destpêkirin.
Dozger Umut Tepe di çarçoveya lêpirsînê de derbarê Babahan de biryara binçavkirinê da.
(EA/YO)