Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlementerê Rihayê ya HDPê Osman Baydemir ji bo Wezîrê Derya û Ragihandinê Ahmet Arlan bibersivîne, derbarê qutkina înterneta 11 bajarên Kurdan de pirsnameyek da meclisê.
Li Amed, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Wan, Xarpêt, Dêrsim, Dîlok, Riha, Kilîs û Sêmsûrê dema qayûman li şaredariyên DBPê hatin erkdarkirin, înternet jî hatibû qutkirin.
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli di 11ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin û ji wir heta vê demê li 11 bajêran înterneta mayhînde û mobîlê hatinê qutkirin. Şîrketên berpirs jî dibêjin ku sedema qutbûna înternetê nayê zanîn.
Parlementerê Rihayê ya HDPê Osman Baydemir ji bo Wezîrê Derya û Ragihandinê Ahmet Arlan bibersivîne, derbarê qutkina înterneta 11 bajarên Kurdan de pirsnameyek da meclisê.
Pirsên di pirsnameyê de wiha ne:
“Gelo înternet ji ber qedexeyên derketina derve, qayûmên li şaredariyan hatine erkkirin, binçavkirina hevşaredaran re heye an na?”
“Ti têkiliya wezareta we bi qutkikirina înternetê re heye?”
“Gelo înternet li gorî kîjan qanûn û hukmê tê qutkirin?”
“Ji ber rêgeza zelalbûnê be jî gelo hûn derbarê qutkirina înternetê de çima ti daxuyaniyek nadin?”
(ÇT/YO)