Fotograf: AA (Arşîv)
Serdozgeriya Komarî ya Amedê, derbarê Osman Baydemîr, parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) de ku li derveyî welat e, bultena sor derxistiye.
Serdozgeriyê derbarê Osman Baydemîr, parlementerê berê yê HDPyê de bi îdaya "endamê rêxistina terorê ye" lêpirsîna ku dabû destpêkirin hê didome.
3em Dadgeha Cezayê Silhê a Amedê di sûcê “ endamtiya rêxistina terorê a çekdarî” de ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezaya girtîgehê ji Baydemîrî re xwestiye û biryara zeftkirina wî daye.
Serdozgeriya Komarî ya Amedê, derbarê Osman Baydemîr, parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) de ku li derveyî welat e, bultena sor derxistiye û daxwaza lêvegera wî kiriye. Serdozgeriyê daxwaz ji Wezareta Dadê re şandiye.
Her weha ji bo ku Osman Baydemîr radestî Tirkiyeyê bikin daxwazname ji dezgeyên peywendîdar yên edlî yên Îngilistanê re jî hatiye şandin.(AY/FD)