Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu de lêpirsîn da destpêkirin.
Hat diyarkirin ku bi sedema ku Îmamoglû gef li Serdozgerê Komarî yê Stenbolê Akin Gurlek û malbata wî xwariye, lêpirsîn hatiye vekirin.
Serdozgerê Komarî yê Stenbolê daxuyanî daye û weha gotiye: “Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu îro(20.01.2025) beşdarî bernameyekê bûye û di bernameyê de gef li Serdozgerê Komarî yê Stenbolê Birêz Akin Gurlek û malbata wî xwariye. Ji ber van gefên wî bi tohmeta ku kesên li dijî terorê têdikoşin hedef nişan daye û gef lê xwariye derbarê Îmamoglûyî de lêpirsîn hatiye dest pê kirin.”
Îmamoglû çi gotibû?
Îmamoglû îro di panela “Polîtîzekirina Hiqûq û Daraza Modern” de ji ber desteserkirina Serokê Baskê Ciwanan ê CHPê Cem Aydin bang li Akin Gurlek kir û wiha got: "Tu ji bo îfadeyê bang li Cem Aydin dike. Bi ser mala wî de digire. Armanca te çavtirsandina gel e. Serdozger, ez ji te re dibêjim. Ji bo ku em zarokên te jî ji muameleyên bi vî rengî xilas bikin, em ê wî hişê ku te birêve dibe, ji serê vî gelî derxînin û ji holê rakin. Ji bo ku tu kes nikaribe were ber deriyê zarokên te em ê wê ji holê rabikin.
(RT/AY)