Derbarê rojnameger Fatîh Altaylî û Îsmaîl Saymaz de lêpirsîn hat destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê Fatîh Altaylî û Îsmaîl Saymaz de bi tohmeta ku "bi eşkereyî ji raya giştî re agahiyên şaş belav kiriye" lêpirsîn da destpêkirin.
Li gorî vê yekê di 21ê Mijdarê de nivîsa Fatîh Altaylî ya bi sernavê "Yê ku ji xirbeyan netirse, ji girtîgehê jî natirse" û di heman rojê de axavtina Îsmaîl Saymaz a di bernameya bi navê "Rota" ya li Halk TVyê hat weşandin de ji bo lêpirsînê wekî hincet hat nîşandan. Saymaz gotibû ku “Serokomar Erdogan têkildarî parlamenterê MHPê hin dîmen bi Bahçelî daye temaşekirin” ku ev ji aliyê Navenda Têkoşîna Li Dijî Dezenformasyonê ya Serokatiya Ragihandinê ve bi daxuyaniyekê hatibû derewandin.
(ED/AY)