Derbarê êrişa li dijî balafirgehê de 17 kesên din jî sewqî dozgeriyê hatin kirin
17 kesên ku ji ber êrişa li Balafirgeha Ataturkê di encama operasyonê de hatibûn binçavkirin, sewqî dadgehê hatin kirin. Derbarê mijarê de duh jî 13 kes hatibûn girtin.

17 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna êrişa li Balafigeha Ataturkê de hatibûn binçavkirin, sewqî dadgehê hatin kirin. Di encama wê êrişê de 45 kes hatibûn kuştin.
Kesên binçavkirî i bo kontrola tenduristiyê birin Naxweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşayê û piştre sewqî Dadgeha Bakirkoyê hatin kirin. 11 ji wan kesan welatiyên Tirkiyeyê nîn in.
Di encama operasyonan de bi temamî 29 kes hatibûn binçavkirin û 13 ji wan duh hatibûn girtin.
Rayedarên hukimetê daxuyandibûn ku wê êrişê DAIŞê pêk aniye.
(AS/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.