Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Nobet di roja 354emîn de dewam dike.
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Emîne û Ferît Şenyaşar îro ji navçeya Pirsûsê hatine ber Edliyeya Rihayê û li hewşa edliyeyê dest bi nobetê kirine.
Hatiye diyarkirin ku cara 14emîn bi hêceta ku “heqaret li Îbrahîm Halîl Yildizî kiriye” derbarê Emîne Şenyaşar a ku nêzî salekê ye daxwaza edaletê dike lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Ferît Şenyaşar têkildarî nobeda ku digirin de axiviye û gotiye “Nobeta wan di bin “zilmê” de didome û behsa qetlîama li ser malbata wî pêk hat kir. Şenyaşar destnîşan kir ku heta edalet bicih were dê ji ber edliyê bin.”
Şenyaşar diyar kiriye bi îdiaya ku dayika wî “heqaret li Parlamenterê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye” cara 14emîn derbarê wê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û gotiye: “Duh dîsa gazî dayê kirin ku biçe midûriyeta polîsan îfade bide. Ev lêpirsîna 14’emîn e ku derbarê dayê de hatiye destpêkirin. Dayê li vir wek ‘rêxistinek sûc’ tê dîtin. Daxwaza dayê tenê ew e ku edalet pêk were û lawê wê bi biryarên siyasî girtî ye were berdan. Wek din tiştek din naxwaze. Xwestina edaletê dibe sûc. Her hefte derbarê dayê de lêpirsînek didin destpêkirin.” (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê