Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Îdianameya derbarê 7 rojnamegeran de hat amadekirin ku maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ên ji hêla Redhackê ve hatibûn parvekirin kirine weke nûçe belav kiribûn.
Îdîaname ya ku 187 roj paşê hat amadekirin ji hêla 29emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê re hat şandin.
Di îdianameyê de Omer Çelîk Midûrê Nûçeyan ê Ajansa Nûçeyan a Dîclêyê (DİHA) ku bi KHKyê re hatibû girtin û Metîn Yoksû nûçegîhanê heman ajansê, Tûnca Ogreten edîtorê berê yê Dîkenê, Derya Okatan Midûra Karên Nivîsê yê Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA), Mahîr Kanaat Berpirsê Hesabgirî yê Rojnameya Birgunê, Eray Saygin Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Yolcûlûkê û Denîz Yucel nûçegîhanê Tirkiyê yê Rojnameya Dîe Welt a Alman tê de cî digire.
Çelîk, Ogreten, Kanaat û Yucel di çarçoveya lêpirsînê de di girtîgehê de têne girtin. (EA/FD)