Derbarê 4 kesên ku di çarçoveya ji bo Ozgur Gundemê kampanyaya piştgiriyê de nobeta weşanê girtibûn; lêpirsîn dan destpêkirin.
Ligel Mudirê Weşanê Înan Kizilkaya û Faruk Eren, Ertugrul Mavioglu, Ayşe Duzkan ku ji bo weşana Ozgur Gundemê nobeta piştgiriyê girtibûn îro çûn îfade dan.
Ji xeynî Mavioglu, Duzkan û Eren; derbarê Melda Onur û Mustafa Sonmez de jî lêpirsîn hatibû vekirin.
25 nûçeyên weşandî kirin hinceta lêpirsînê
Faruk Eren - 3 nûçeyên weşandî (5ê Gulanê): ‘POH li Şirnexê di bin enkazê de man’, ‘Çalakiyên gêrilayan didomin’, ‘Wêrankirina li Cizîrê didome’.
Ayşe Duzkan - 5 nûçeyên weşandî (8ê Gulanê): ‘Mexber heye lê Rozerîna min tine’, ‘Tax bi tax berxwedan’, ‘Berxwedan di roja 56.’, ‘Li Nisêbînê 5 wesayît hetin derbkirin’, ‘Nû Jîn li Enqereyê hat nîşan dan’.
Mavioglu - 6 nûçeyên weşandî (10ê Gulanê): ‘Gelê Sûrê li dijî qesba dewletê berxwe dide’, ‘HPG: Divê gelê me li hemberî provakasyonê hişyar be’, ’20 tîmên taybet jiyanên xwe ji dest dan’, ‘Ahmet Davutoglu Hezîranê nedît, Recep Tayyîp Erdogan jî dê Cotmehê nebîne’.
Mustafa Sonmez - 8 nûçeyên weşandî (11ê Gulanê): ‘Ew çiqas wêran bikin em dê ew qas ber xwe bidin’, ‘Em minetdarên wan in’, ‘Tu dîktador heta dawîye namîne’, Şer gurtir bû, windahî zêde bûn’, ‘HPG: Herî kêm 20 leşkeran jiyana xwe ji dest dan’, ‘Ji Qamişloyê piştgirî bo berxwedana Nisêbînê’, ‘Hêzên demokratîk bila ji bo berxwedanê amade bin’, ‘Erdogan na, berxwedana YPSê Davutogluyê xist’.
Melda Onur - 3 nûçeyên weşandî (13ê Gulanê): ‘2 meh in şer û berxwedana bênavber’, ‘HPG: Li Şirnexê 5 leşker hatin kuştin’, ‘Kî/Kê xwestibe PKKê xelas bike, bi xwe têk çûye’.
Hinceta lêpirsînan ‘propagandaya rêxistinê’ ye
Parêzerê Ozgur Gundemê Ozcan Kiliç daxuyanî da bianetê û ji xeynî wan 5 kesan; dê derbarê Eşber Yagmurdereli, Ragip Duran, Ahmet Abakan, Omer Agin, Nurcan Baysal de jî lêpirsîn were vekirin.
Parêze Kiliç ragihand ku bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê’ lêpirsîn hatiye vekirin.
Nobeta ji bo weşana Ozgur Gundemê ku di 3ê Gulanê de ji hêla Hevserokên Cemiyeta Rojnamegerên Azadîxwaz Nevin Erdemir û Hakki Boltan ve hat destpêkirin, heta niha Melda Onur, Ertugrul Mavioglu, Eşber Yagmurdereli, Erol Onderoglu, Ayşe Duzkan, Fehim Işık,Yıldırım Turker, Mustafa Sonmez, Faruk Eren, Ahmet Abakay, Celal Başlangiç, Ugur Guç, Nurcan Baysal, Ragip Duran, Mehmet Guç, Beyza Ustun, Celalettin Can, Sebahat Tuncel ile Ugur Karataş û Oncu Akgul jî pêk anîye . (EA/YO)