Derbarê 4 hevşaredarên DBPî de girtin, li Şaredariya Mehsertê jî qayûm
Hevşaredarên Qulp, Wêranşar û Hewengê hatin girtin, li Şaredariya Mehsertê jî piştî girtina hevşaredaran qayûm hat tayînkirin.
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hevşaredara Qulpê Sadiye Suer Baran, Hevşaredara Wêranşarê Emrullah Cin û Hevşaredarên Hewengê Zeynel Taş û Fatma Dogan hatin girtin.
Piştî ku duh derbarê Hevşaredarê Mehsertê Suleyman Tekin hat girtin, îro jî qaymeqamê navçeyê Erol Korkmaz li şaredariyê weke qayûm hat tayînkirin.
Bi vî awayî (6ê Çileyê) heşmara şaredariyên DBPî ku lê qayûm hatine tayînkirin derkete 52an, û hejmara hevşaredarên girtî yên DBPî jî gihişte 75an.
(ÇT/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.