Derbarê 3 rojnamegeran de ji ber 126 nûçeyan doz hat vekirin
Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat bi nûçeyên tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hevdîtinên wan ên bi rojnameger û siyasetmedaran re tên sûcdarkirin.

Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat 24 roj girtî man û di 21ê Gulanê de serbest bûn. Derbarê wan de bi îdîaya ku "endamên rêxistinê ne" doz hat vekirin.
25emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê îdianameya ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê amade kiribû qebûl kir.
Serdozgeriyê di îdianameya ku ji 17 rûpelan pêk tê de rojnameger bi nûçeyên wan sûcdar kirin.
65 nûçeyên Dal, 41 nûçeyên Aslan û 20 nûçeyên Alayumat di îdianameyê de cih girtin. Lînkên nûçeyan jî di îdianameyê de hene.
Her weha Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat bi nûçeyên tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hevdîtinên wan ên bi rojnameger û siyasetmedaran re tên sûcdarkirin.
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.