Ji bo nûçeya Tirkî
Dadgeha Cezayê Giran ya Parisê derbarê 2 şaredarên gundê Kabarondo ya girêdayê Ruanayê de ji ber sûcê dijmirovahî û qirkirinê cezayê hepiskirina hata dawiya emrê wan hat dayîn.
Dadgeha Navneteweyî ya NYê li Ruandayê ji ber qirkirina pêkhatî derbarê 61 kesan de ceza dabûn û wan mehkûm kiribûn. Her wiha hin faîlên Qirkirina Ruandayê beriya niha li Belçika, Amerîka, Swêd, Kanada, Finlandiya, Almanya, Norveç û Hollandayê hatibûn girtin û li wir dadkirin.
Dadgeha Cezayê Giran ya Parisê destnîşan kir li Kabarondoyê di 1994an de rêvebirên herêmî yên wê demê bi xwe talîmata Qirkirina Tutsiyan daye û qirkirinê bi rêva birine. Doz 8 hefta dom kir û gelek mexdûrên wê komkujiyê weke şahid hatin guhdarkirin. Her du şaredar bi talîmatdayîna qirkirina 2 hezar tutsiyên li kilîseyê dihatin sûcdarkirin.
Qirkirina Ruandayê
Di sala 1994an de li Ruandayê qirkirineke hovane pêk hat. Di nav 100 rojan de Hutiyan zêdetirê 800 tutsiyî hatibûn qirkirin. Ew bûyerana jî piştî bi roketan xistina balafira ku Serokwezîrê Ruandayê û Serokwezîrê Burundiyê têde bû dest pê kir.
Di sala 1994an de nifûsa Ruandayê 8 milyon bû nêzî 800 hezar Tutsî lê dijiyan. Wisa tê texmîn kirin ku nêzî %75-90 ji wan hatine qirkirin.
(HK/YO)