Derbarê 11 parlamenterên HDPê de fezleke şandine meclîsê
Di qonaxa 27em de bi tenê hejmara fezlekeyên derbarê parlamenterên HDPê de ji hezarî derbas bûne.
.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fezlekeyên derbarê 11 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) de hatiye amadekirin, pêşkeşî meclîsê kirine.
Parlamenterên ku derbarê wan de fezleke hatine amadekirin ev in:
Mensûr İşik, Necdet Îpekyuz, Serpîl Kemalbay, Muazzez Orhan, Saît Dede, Celadet Gaydali, Kemal Pekoz, Mahmût Togrûl, Erdal Aydemîr, Remziye Tosûn û Şevîn Coşkûn.
Di qonaxa 27em de hejmara dosyeyên parêzbendiyê yên li meclîsê ji hezar û 400î derbas bûne. Bi tenê hejmara fezlekeyên derbarê parlamenterên HDPê de geyîştine hezar î.
(RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.