*"Mafên Jinên Afganî biparêzin", "Mafên jinan, mafên mirovan" Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Desteya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî (DENY) ji bo rewşa li Afganistanê ya di bin rêveberiya Talîbanê de duh (24ê Gulanê) daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Daxuyanî bi îmzeya Nûnera Daimî ya Neteweyên Yekgirtî ya DYAyê, Linda Thomas Greenfieldê hatiye weşandin û gotiye: “Rêzgirtina li azadiyên bingehîn û mafên mirovan ên jinan û zarokên keç her diçe bêhtir kêm dike û em li beramberî vê gelekî metirsîdar in.”
Rêveberiya Talîbanê di 9ê Gulanê de biryarnameyek weşandibû û gotibû, divê jin li qadên civakî wan cil û bergan li xwe kin ku tevahiya laşê wan pê veşêre. Daxuyaniya DENYyê piştî wê biryarnameyê hatiye weşandin.
DENYyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku rêveberiya Talîbanê nahêle jin û zarokên keç bi rengekî wekhev û watedar beşdarî jiyana civakî bibin, di bidestxistina azadiya perwerde, karkirin û liv û tevgerê de astengiyan derdixe. Ji ber vê jî DENYyê, rêveberiya Talîbanê rexne kiriye.
DENYyê bang li rêveberiya Talîbanê kiriye da ku demildest dest ji van polîtîka û pêkanînên azadiyên bingehîn û mafên mirovan ên jin û zarokên keç ên afganî asteng dikin, berde. (SD/FD)