Nûnera Taybet a NYyê li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert. (Fotograf: NY- Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Desteya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî (DENY) duh (26ê Tîrmehê) li ser daxwaza Iraqê, ji bo êrîşa Zaxoyê binirxîne, civiyaye.
Nûnera Taybet a Iraqê ya NYyê Jeanine Hennis-Plasschaertê derbarê êrîşê de hin zanyarî dane ku êrîş di 20ê Tîrmehê de li Gundê Perexê yê Zaxoyê pêk hatibû. Di encamê de bi kêmanî 9 sivîl miribûn û 33 sivîl jî birîndar bûbûn.
Li gorî daxuyaniya NYYê, Hennis-Plasschaertê gotiye, “Iraqê diyar kiriye ku hêzên Tirkiyeyê êrîş pêk aniye, lê Tirkiyeyê daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku ew li dijî her cûre êrîşên li dijî sivîlan in û ji bo rastî derkeve hole ew amade ne hemû gavan biavêjin.”
Nûnera Daîmî di axavtina xwe de gotiye ku, di encama êrîşê de 9 sivîl mirine û 33 jê jî birîndar bûne: “Îraq dixwaze ku Tirkiye hemû hêzên xwe ji nav axa Iraqê vekişîne û lêpirsîn bê kirin.”
Li gorî nûçeya Rûdawê, Nûnera Taybet a Iraqê ya NYyê Jeanine Hennis-Plasschaertê diyar kiriye û gotiye, Serbalyozxaneya Tirkiyeyê ya li Iraqê di daxuyaniyekê de destnîşan kiriye ku “PKKyê êrîş pêk aniye” lê PKK bi daxuyaniyekê ev tohmet qebûl nekiriye û ji ber êrîşê Tirkiye berpirsiyar nîşan daye.
Li gorî daxuyaniya Hennis-Plasschaertê, Wezareta Karûbarên Derve di 23yî Tîrmehê de li Parlamentoya Iraqê zanyarî par ve kirine. Li gorî van zanyariyan “Ji 2018ê û vir ve Tirkiyeyê 22 hezar û 700 carî serweriya Iraqê binpê kiriye, wezaretê ji sala 2018ê û vir ve 296 caran Tirkiye hişyar kiriye.”
Nûnera Taybet a NYyê daxwazên Iraqê aniye ziman:
“Di heman civînê de Komîsyona Ewlehiyê û ya Parastinê ya Parlamentoyê xwestiye ku, endamên PKKyê ji Iraqê derxin, hemû hêzên tirkan derxin, li ser sînorên Tirkiyeyê careke din hêzên federal bicih bikin, ger hebe peymanên ewlehiyê yên bi Tirkiyeyê her hatine kirin, betal bikin û ji bo kapasîteya leşkerî bi pêş bixin bûdceya parastinê ji nû ve binirxînin.”
Hennis-Plasschaertê her weha diyar kiriye ku “li gorî bergiriyên ji bo parastina sivîlan hatine girtin, tev nagerin.”
Iraqê daxwaza lêpirsîneke navnetewî kiriye
Wezîrê Karûbarên Derve yê Iraqê Dr. Fuad Husên jî axiviye û gotiye, “Hikûmeta Iraqê derbarê bûyerê de lêkolîn kir û zelal bûye ku Artêşa Tirkiyê ew êrîş pêk aniye.”
Husenî gotiye ku, ewa Tirkiye dike dagîrkerî ye li ser serwerî û ewlehiya Iraqê, herweha gef e li ser yekbûna axa wê û binpêkirin e li ser ewlehiya herêmî û navdewletî:
“Ya ku Tirkiye dike rêznegirtin e li yasayên navdewletî û yasayên taybet bi hebûna peywendiya cîrantiyeke baş.”
Fuad Husênî daxwaz kiriye ku ji bo derketina hêzên Tirkiyeyê ji axa Iraqê lihevkirinek bê kirin û li ser bingeha wê lihevkirinê Tirkiye tevahiya hêzên xwe ji nav axa Iraqê bibe derve, li her cihekî Herêma Kurdistanê yan Iraqê bin.
Wezîrê Karûbarên Derve yê Iraqê destnîşan kiriye ku Hikûmeta Iraqê amade ye li gel Neteweyên Yekbûyî û welatên din kar bike ji bo ku mekanîzmayekê bibînin û li ser bingeha wê, PKK jî di nava axa Iraqê de nemîne.
Di dema civînê de nûnerên DYA, Mirnişinên Erebî, Îrlanda, Gabon, Hindistan, Norwêc, Gana, Meksîka, Fransa, Ingilistan, Çîn, Arnavûtlûk û Brezîlyayê axivîne û daxwaza zelalkirina bûyerê kirine.
Çi bûbû?
Li gundê Perexê yê navçeya Zaxoyê, Hêzên Leşkerî yên Tirkan (TSK) duh (20ê Tîrmeha 2022yê) gundek bombebaran kiribû. Di encama bombebaranê de li gorî amarên destpêkê 8 sivîl miribûn, 22 jî birîndar bûbûn.
Qaymeqamê Zaxoyê Mûşîr Beşîrî gotiye ku, sivîlên li gundî çûne geştiyarê bûne hedefa bombebaranê. Kesên birîndar birine Nexweşxaneyên li Zaxoyê. Beşîrî diyar kiriye ku kesên bûne hedef, geştiyarên ereb in. Di nava rojê de hejmara miriyan derket 9an û ya birîndaran jî diyar bû ku 33 e. (SD/FD)