Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Nûnerê Tirkiyeyê yê rojnameya Die Weltê Denîz Yûcel 290 roj in ku di girtîgehê de ye. Parêzerên roojnameyê eşkere kirin ku îro Yûcel ji hicreya lê tecrîdkirî bû hatiye derêxistin.
Wezîrê Dadê yê Almanyayê, Heiko Maasî eşkere kir ku Denîz Yûcelê rojnameger li girtîgehê ji cihê tecrîdkirî hatiye derêxistin û got:
“Ev nûçeyeka şahane ye.
“Taliya paşiyê tiştin diguherin.
“Hikûmeta federal çi pêwîst be dê bike”
Bixwîne - Denîz Yûcel, nûçegihanê Die Weltê ji girtîgehê nameyek nivîsî
Çi bûbû?
Nûçegihanê Tirkiyeyê yê Die Weltê, Denîz Yûce 13 rojan li navenda polîsan hat desteserkirin. Dadgehê bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistinê û ji bo dijminî û kîndariyê tehrîkkirina gelî” biryara girtina wî da.
Yûce di 14ê Sibatê de ji ber nivîseka wî hatibû desteserkirin. Wî nivîsek li ser E- Maîlên wezîrê enerjiyê, Berat Albayrakî nivîsîbû ku RedHeckê bi destxistibûn.
Ji ber heman lêpirsînê Tunca Ogreten, Omer Çelîk û Mahîr Kanat jî hatine girtin.Li gor nûçeya Sabahê ya di 25ê Kanûna Pêşiyê de hatî nivîsîn, di heman rojê de 9 rojnameger hatine desteserkirin lê ji ber ku Denîz Yûce li derveyî welatî ye nehatiye desteserkirin.(PT/MB)