Fotograf: MA
Dengbêj Xalîdeya ku di 12ê Gulanê de tevlî 24 kesan hatibû desteserkirin, serbest bûye. Bi biryara dadweriyê 8 kes hatine girtin, 14 kes bi şertê kontrola edlî serbest bûne û ji bo 2 kesan biryara zindanîkirina li malên wan hatiye dayîn.
Polîs û cendermeyan ji ber lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê vekiriye, di 12ê Gulanê de li Stenbol, Amed, Sêrt û Erzînganê bi ser malan de girtibûn û kêmanî 25 kes desteser kiribûn.
Her weha biryara nepeniyê danîbû ser dosyayê û dema desteserkirinê ji bo wan kesan 4 rojên din dirêj kiribû.
Piştî li Qereqola Cendermeyan a Stenbolê îfadeyên desteserkiriyan hatibûn girtin, dozger duh (19ê Gulanê) çûbû qereqolê û wî jî li wir îfade wergirtibûn. Piştî vî karî, dozgerî biryara serbestiyê ji bo Semra Yildizê dabû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, dozgerî xwestiye Dengbêj Xalîde jî di nav de 14 kes bi şertê kontrola edlî serbest bibin. Lê bi tohmeta “endamên rêxistinê ne” xwestiye 10 kes bên girtin.
Dadweriyê jî biryara serbestiya 14 kesan daye, 8 kes bi tohmeta ku “endamên rêxistinê ne” girtiye û ji bo 2 kesan jî biryara zindanîkirina li malên wan daye.
Stranên ku straye jê pirsî ne
Dozgerî di dema îfadegirtinê de ji ber stranên di bernameyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de gotiye û ew li ser hesabên xwe yên medyaya civakî weşandiye, Dengbêj Xalîde bi kirina “propagandaya rêxistinê” tohmetbar kiriye. Her weha li ser îfadeya şahidekî/e nepen a di 2016ê de daye, Dengbêj Xalîde weke berpirsiyara Komeleya Lêkolînên Ziman û Zandî ya Mezopotamyayê (MED-DER) hatiye nîşandan ku ev komeley bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnan de (KHK) hatibû girtin. (FD)