Demîrtaşî ji Gulmenê û Ozakçayî rica kir ku greva xwe bidawî bikin
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşî ji girtîgehê ji bo Nûriye Gulmenê û Semîh Ozakçayî nameyek rê kir û diyar kir ku biryara destpêkirin û bidawîkirina greva birçîbûnê bi îradeya wan a azad ve girêdayî ye û rica kir ku greva birçîbûnê bidawî bikin.

Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) aşkere kir ku Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşî ji Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê nameyek ji Nûriye Gulmenê û Semîh Ozakçayî re şandiye.
Demîrtaşî di nameyê de gotiye ku ew berxwedana Gulmenê û Ozakçayî watedar dibîne û li hemberî bêhiqûqî û bêdadiyê lihemberderketineke bibandor e. Demîrtaşî her wiha diyar kiriye, ew çavdêriyê dike ku derdoreke mezin a gel piştevaniya grevê dikin.
Demîrtaşî di nameya xwe de wiha got: “Destpêkirin û bidawîkirina greva birçîbûnê bi îrade ya we ya azad ve girêdayî ye. Ligel vî tiştî, weke dostekî we yê siyasetmedar ê ku nûnertiya îradeya bi milyonan kesan dike, ji we rica dikim ku hûnê greva xwe ya birçîbûnê bidawî bikin”. (YY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.