Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji Girtîgeha Edîrneyê, ya ku ji 4ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2016ê û vir ve lê girtî ye, name ji endamên Parlamentoya Ewropayê (PE) û Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) re şandiye.
Demîrtaşî di nameya xwe de bal kişandiye ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven, parlamentera HDPyê ya Colemêrgê û ya 320 kesên li girtîgehên Tirkiyeyê û ji derveyî Tirkiyeyê. Guven 104 roj in ku di greva birçîbûnê de ye.
Demîrtaşî di nameya xwe de wiha gotiye:
"Dostê/a min ên hêja yê/a parlamenter; Dixwazim bala we bikişînim ser rewşeke gelekî krîtîk a li Tirkiyeyê. Endameke Parlamentoya Tirkiyeyê û hevala min a parlamenter Birêz Leyla Guven, di dema nivîsandina vê nameyê de bû 104 roj ku di greva birçîbûnê de ye. Tevî wê li girtîgehan û li derve nêzî 320 kes di greva birçîbûnê de ne. Tenê yek daxwaza hevalên min ên di greva birçîbûnê de ne û li ber mirinê ne heye, ew jî, ji bo li Tirkiyeyê serweriya hiqûqê, aştî û diyalogê çêbibe, divê bi lez û bez dawî li tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalanî bînin. Ev daxwaza mafdar, hiqûqî û rewa daxwazeke rasteqîn e ku wê hem li Tirkiyeyê, hem li Sûriyeyê, hem jî yekser li Ewropayê ewlekarî, aramî û îstiqrarê xurt bike. Hevalên min ên di greva birçîbûnê de ne, roj bi roj nêzî mirinê dibin. Hikumet vê mijara girîng ji nedîtî ve tê ku ev yek metirsî û cidiyeta mijarê zêde dike. Bi sedan mirov di oxira aştî û demokrasiyê de mirin dane ber çavên xwe û ketine greva birçîbûnê. Bi milyonan mirov jî piştgiriya wan dikin. Ez bawer im ku hûn ê vê qîrînê bibihîzin. Ji dil bawer dikim ku ji bo ev mijar bikeve rojeva raya giştî û ji bo dawî li grevên birçîbûnê bê anîn û tavilê bersiv ji van daxwazên rewa re bê dayin, çi ji destê we bê hûn ê bibin alîkar. Bi wesîleya vê nameya ku bi rêya parêzer û partiya xwe digihînim we, ji girtîgeha ku lê me silavên germ ji we re dişînim, hêvîdar im em ê di rojên xweş de hev bibînin." |
(EKN/FD)