Ji bo nûçeya tirkî 1 / 2 bitikîne
Selahettîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) li ser hesabê xwe yê medya civakî ji bo biryara Doza geziye peyamek belav kiriye. Her weha biryara doza geziyê di komcivîna partiyê de rojeva Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî ê CHPê bûye.
Demîrtaş li ser hesabê xwe yê Twîtterê weha gotiye:
“Gezî di nava çar dîwaran de nayê sînordarkirin. Ma hê jî hîn nebûne, bila tirs ji me bitirse.”
Gezi dört duvara sığmaz. Halen mi öğrenemediler, korku korksun bizlerden.
— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) April 26, 2022
Kemal Kiliçdaroglûyî jî di komcivînê de bi tenê 12 xulek axiviye û gotiye, “Axavtina ku min amade kiribû ez didim aliyekî, ez pir bihêrs im” û li kursi hatiye xwarê.
Dema derketiye kursî jî gotiye, “Ez ê axavtinek cûda bikim” û ji bo dîmenê xatir xwestinê yê Verayê, keça Tayfûn Kahramanî weha axavtina xwe domandiye, “Sozekî me ji bo Verayê heye, em ê Verayê dîsa bi bavê wê re bide hembêzkirin.” Tayfûn kahraman di doza Geziyê de 18 sal cezayê girtîgehê stendiye.
Bixwîne- Dadgehê cezayê muebbeta girankirî li Kavala û 18 sal ceza jî li 7 kesan birî
(HA/TY/AY)