Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê derbarê hilbijartinê de peyamek şandiye.
Peyama Demîrtaşî li ser hesabê wî yê Twitterê yê fermî hatiye belavkirin û Demîrtaşî beriya hilbijartina pêşwext a 24ê Hezîranê banga “têkoşîna hevbeş” kir.
Peyama Demîrtaşî wiha ye:
“Li kolanê, li dibistanê, di otobusê de li ruyê wan mirovan binêrin ku hûn wan nas nakin. Heke hûn wisa difikirin ku ne ji we ne, hûn nefretê ji wan dikin? An jî hûn ji wan ditirsin? Li gorî we ev ne rewşeke seyr e?
“Werin em dest bidin hev, em vê rikberiya tirsnak ji holê rakin. Em vê hilbijartinê bikin daweta demokrasî û biratiyê. Bawer bikin ku em dikarin bikin, bila bawer hebe û em dikarin.
“Bi demokrasiyê Tirkiye dibe xwedî hêz.. Ew feraseta me, cesaret û semîmiyeta me jî heye ku em hemû pirsgirêkên xwe bi yekitiya welêt û bi edaletê çareser bikim.
“Em ne mecbûrî xizaniyê, bêkariyê û birçîmayînê ne. Em li ser wê xezineyê dijîn ku ya herî dewlemend ya dunyayê ye. Em dikarin hemû bi hev re bi rengekî dadwerî hilberînin û parve bikin û dawiyê li xizaniya xwe bînin. Bawer bikin em dikarin vî tiştî bikin, bila baweriya we hebe û em pêk dikarin.
Ji hemû gotinên siyasetmedaran bawer nekin. Ji yên min jî. Heta 24 Hezîranê hûne gelek derewan bibihîzin ku heta niha we nebihîstine. Heqaret, îftira, kibir,gefxwarin…
Van kesan li berçevên xwe mezin nekin. Emrê wan bi qasî mohrekê ye. Bawer bikin em dikarin bikin; bawer bikin em bikin.
Di dilê xwe de cih nedin bedbînî, tirs û sistbûnê. Em bi hev re bêhtir bixebitin û hêviyên xwe veguhezin rastiyê. Vê havînê wê meha hezîranê xweştir be. Bawer bikin ku wê çêbibe. Haydê em bikin!”. (AS/FD)