Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihandiye ku wan bi Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş re ji bo namzetiya serokomariyê hevdîtin pêk aniye.
Di daxuyaniya HDPê de hatiye gotin ku ji Demîrtaş hatiye pirsîn ku rewşa wî ya hiqûqî ji bo namzediya serokomariyê guncaw e yan na.
Demîrtaş spasiya heyetê kiriye û diyar kiriye ku ew ji bo namzetiyê ne guncaw e.
Di daxuyaniya HDPê de wiha hatiye gotin:
“Heyeta me bi Hevserokê me yê berê Selahattîn Demîrtaş re ku weke rehînekî siyasî tê girtin, duh (26ê Kanûna Paşiyê) li Girtîgeha Edîrneyê ji bo namzetiya serokomariyê hevdîtinek pêk anîye.”
“Demirtaş spasiya heyetê kiriye û diyar kiriye ku rewşa wî ya qanûnî ji bo namzediyê ne guncaw e û gotiye ku ew ê bibe piştgirê xebatên di vî warî de yên ji aliyê partiyê ve têne kirin.”
(RT/AY)