Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, ji BBC Tirkî yê pirsên Ayşe Sayinê bersivandiye.
Selahettîn Demîrtaş ji bo rexneyên Tifaqa Cûmhûr bi taybetê yên Recep Tayyîp Erdogan yê ji ber Biryara Tifaqa Ked û Azadiyê ya ji bo nîşan nedana namzedê serokomariyê, wiha gotiye: “Ger Erdogan pê bawer be ku dikare dengên HDP û Kurdan bi dest bixe, wê li ber Navenda Giştî ya HDPê kon veda û li wir raza."
Her weha Demîrtaş diyar kiriye û gotiye, "Di matematîka hilbijartinê ya îro de çi tu dengê xwe bide Ince û çi tu dengê xwe bide Erdogan tu cudahî di navberê de nîne.”
Demîrtaş ji bo biryara TIPê ya ku bi lîsteyeke cuda beşdarî hilbijartinê bibe nirxandiye û weha gotiye, Hêvîdar im ku şeva hilbijartinê poşmaniyeke mezin çênebe. Ev biryara TÎPê bi xwe ye, em tenê dikarin rêz bigirin û serketinê jê re bixwazin. Lê ez hê jî difikirim ku ew biryarek şaş e. Partiya dengdêrên Partiya Çep a Kesk diyar e, helbet dengê wan ji bo Partiya Çep a Kesk e. Wekî din dê çawa dibe?
Demîrtaş ji bo doza Kobaniyê jî weha pêde çûye, “Derbarê me de cezayên giran tên xwestin. Ji dadgeheke ku bi fermana Erdogan tevdigere, edalet nayê hêvîkirin û em jî hêvî nakin. Lê piştî Erdogan em bi bawerin ku dê ev hemû dadger û dozger ji ber sûcên xwe bên darizandin û ji bo vê jî em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî û siyasî bidomînin.”(AS/AY)