Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê kevin yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hîna bi cî nehatiye. DMMEyê 20ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) aşkere kiribû û gotibû Demîrtaş “bila bê tehliyekirin”.
Demîrtaş du sal in ku li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye. Di hesabê wî yê Twitterê de peyamên Demîrtaşî hatine belavkirin. Demîrtaşî di peyamên xwe de behsa biryara DMMEyê kiriye û wiha gotiye:
“Heke daraz erka xwe bi cih nîne, pêşiyê kaos, paşê jî zilmdariyên giran ên hikûmetan derdikevin. Gelekî girîng e ku daraz serbixwe, bêalî û adil be û bi vî rengî bikaribe xurt be. Ji ber ku daraz li ser navê me hemûyan hikûmetê jî kontrol dike û me dipareze.
“Baş e, lê dema ku daraz nikaribe hikûmetê kontrol bike û hikûmet wê hêzê bixe destê xwe ku darazê kontrol bike, wê gavê dê çawa bibe? Em zêde dirêj nekin, dê navê wê bibe faşîzm. Baweriya civakê wê nema bi darazê bê. Tirs û panîk wê dest pê bike. Ewlehiya ti kesî wê nemîne.
“Biryara DMMEyê jî û rewşa heyî ya li Tirkiyeyê jî balê dikişîne ser wî tiştî ku rewş çiqas xeternak e. Baş e, gelo hikûmet hewl dide ku dersê ji vî tiştî bistîne? Na, li dijî vê, dibêjin “me eleqedar nake”. Ji ber ku naxwazin darazê ya weke şûr e ji dest xwe berdin.
“Beriya ku ez temam bikim, dixwazim mijarekê zelal bikim. Ez spasiyên xwe pêşkêşî wan kesan dikim ku derbarê namzetiya min a ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de şîroveyan dikin û nûçeyan çêdikin. Ji xwe ji derve bi hezaran hevalên min hene ku vê wezîfeyê bikaribin bikin.
“Ya girîngtir ew e ku parlamenterek ji bo demokrasî û aştiyê, li dijî tecrîdê di Girtîgeha Amedê de 19 roj in di greva birçîbûnê de ye. Daxwaza wê daxwaza me ye. Deng bidin Leyla Guvenê”. (AS/FD)