Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Selahettîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî ê HDPê yê berê li Girtîgehê Ewlekariya Bilind a Tîpa Fyê ya Edîrneyê girtî ye. Di çarçoveya doza girtina HDPê de Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind derbarê Demîrtaşî de daxwaza qedexeya siyasetê kiribû. Li ser vê yekê Demîrtaşî gotiye, “Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind siyasetê weke kursî, meqam, cih û endamtiya partiyê dizan e ku îddia dike wê siyasetê ji min re qedexe bike.”
Selahettîn Demîrtaş yek ji wan 451 siyasetmedarane ku di doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) de derbarê wan de daxwaza qedexeya siyasetê hatiye kirin. Demîrtaşî derbarê mijarê de ji Serokatiya Dadgeha Destûra Bîngehîn re daxwaznameyekî parastinê nivîsandiye.
Başak Demîrtaşê daxwaznameya ku îro li ser hesabê xwe yê Twîtterê yê şexşî weşandiye weha ye:
“Birêz Serok, endamên hêja,
“Parêzerên min parastina hiqûqî ya berfireh ya li dijî îddianameyê wê pêşkeşî dadgeha we bikin. Ez tenê dixwazim bi çend hevokan fikren xwe pêşkeşî web ikim.”
“Jinek”ê “hejar”, “sergirtî”, “misilman” û “Kurd-Zaza” ez anîm dine. Ji ber ku hemû nasnameyên dayika min li vê erdnîgariyê weke pirsgirêk dihat dîtin, ez jî weke yên mina xwe roja jidayik bûme û ji mecbûrî siyasetmedar im.”
“Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind siyasetê weke kursî, meqam, cih û endamtiya partiyê dizan e ku îddia dike wê siyasetê ji min re qedexe bike.”
“Ez zêdetirî pênc salan e di hucreya girtîgehekî bi ewlekariya bilind de weke girtiyê siyasî têm girtin û ji bilî kursiyekî plastîk a spî kursiyekî min jî û meqamek min jî nebû.”
“Ez li derve jî li hundir jî siyasetmedar im”
"Lê belê, dîsa jî ez dikarim bi hêsanî bibêjim ku ez li derve çiqas siyasetmedar bûm, ez li hundir jî ewqas siyasetmedar im. Ji bo ku hûn siyasetê bikin pêdivîya we bi kursî zêrîn û qesran nîn e. Grîng nîne ku hûn li kîderê ne, tişta girîng ewe ku dilê we li kîderê ye û ji bo kê lê dide ye. Dilê min her tim bi dilê gelê me yê bindest, hejar û kedkar ve lê dide. Ez dizanim ku dilê gelê me jî bi yê min re lê dide.”
(AO/AY)