Ji bo nûçeya Tirkî
Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş Serokê Dadgeha Bilind rexne kir. Demirtaş xwest ku îdiayê ku Rêvebirê DBPa Şirnexê Hurşît Kuler di binçavkirinê de hatiye înfazkirin jî were zelalkirin.
Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş Serokê Dadgeha Bilind Îsmaîl Ruştu Ciritê ku bi Serokomar Erdogan re çûbû Rizeyê û pê re çay kom kiribû, rexne kir û got:
‘Serokê Dadgeha Bilind eger piçkekî li hemberî hiqûqê rêz bigire, divê demildest îstîfa bike.’
Demirtaş di axavtina xwe ya li komcivîna partiya xwe de, îdiayê ku Rêvebirê DBPa Şirnexê Hurşît Kulter di binçavkirinê de hatiye înfazkirin jî anî ziman û derbarê vê mijarê de wiha got:
‘Rayedarên leşkerî û walîtiyê vê yekê qebûl nakin. Şahidên bûyerê jî tînin ziman ku dema ew hatiye binçavkirin sax bûye. Eger Wezîrê Karên Hundir hê jî xwe weke wezîr dihesibîne, divê vê yekê çareser bike.’
Dermirtaş bertek nîşanî astengkirina Parlementerê HDPê Ferhat Encu jî kir. Encu ji bo şîna Vedat Encu û Yilmaz Encuyê ku du roj ewil li Roboskiyê hatin kuştin, xwest ku biçe gunde xwe lê ev du roj in ji hêla hêzên dewletê ve tê astengkirin.
Ji Erdogan re…
Demirtaş di axavtina xwe ya komcivîna partiya xwe de Serokê Dadgeha Bilind û Erdogan de wiha got:
‘Tu serokê giştî yê partiyekê diyar dikî, Serokê Dadgeha Bilind jî bi xwe re dibî ku weke karkerên demsalî çay kom bike. Gelo tu bibî serok dê çi biguhere?’
Demirtaş got: ‘Bila mînakên li dîrokê de binêrin. Eger tu bibî serok jî nikarî ji hesabdayînê bifiltî. Tu dê rojek bi teqez werî dadkirin.’
Komkujiya Çorumê
“Derewa ‘camiyê bombekirin’ ku Komkujiya Çorumê pê dan destpêkirin, dişibe derewa ‘bi solan ketin hundirê mizgeftê’. Qetlîam rastiya bernameyên hukimetê ye.’
Silopî
‘Duh li Sîlopyayê êrişeke bombeyî pêk hat. 4 kesan canên xwe ji dest dan. Bi dehan kes birînda bûn. Em bi tu awayî van êrişan qebûl nakin û şermazer dikin. Ji bo birîndaran jî şifa dixwazim.’
Dîplomeya Erdogan
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind jî tê de em ji hemû saziyan dixwazin ku derbarê dîplomeya Erdogan de daxuyaniyê bidin.’
‘Em dixwazin pê bawer bin ku serokomarê me ne sextekar e û mezûnê perwerdeha bilind e. Ez car caran dibêjim ku ji ber wê Erdogan ji akademîsyen û mezûnên zanîngehê ew qas nefret dike.’
Serokê Dadgeha Bilind
‘Gefan li me dixwe, dibêje ku dê parêzbendî were rakirin û endamên dadê jî çepikan lêdidin. Em çawa dikarin ji vê re bêjin dadkirina adil. Gelo rûmeta we qet naêşe? Divê hûn ji me zêdetir li hemberî vê îtiraz bikin. Serokê Dadgeha Bilind weke nûnerê we diçe çay kom dike. Gelo ev yek naçe zora we? Bi cilên hiqûqnasê wan weke siyasetmedaran bi xwe re digerîne.’
Dadgeha Makeqanûnê
‘Em ji Dadgeha Makeqanûnê naxwazin ku HDPê biparêze. Em dixwazin bila baweriya ji bo sîstema demokratîk û hiqûqê biparêze. Ez bi ser navê xwe dibêjim ku hêjî hêviya min heye.’
‘Eger saziyên dadê, di nav xwe de roformê pêk neynin, berxwedana ku em weke siyasetmendar didin dê di nîvçe bimîne. Hûn nikarin di bin navê seroktiyê de sîstema dîktatortiyê ava bikin. Em demokrasiyê dixwazin.’
(YY/YO)