Demîrtaş: Em ê dest ji parastina aştiyê bernedin
Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ji Girtîgeha Edirneyê peyamek şand. Demîrtaşî êrîşa li Beşîktaşê şermezar kir.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ji Girtîgeha Edirneyê peyamek şand. Demîrtaşî êrîşa li Beşîktaşê di 10ê Kanûna Pêşiyê de hatî kirin şermezar kir.
Demîrtaşî di payama xwe de nivîsîye:
“ Ez ne’iletê li êrîşa hovane ya di roja Şemiyê de hatî kirin dibarînim, şermezar dikim. Rehma Xwedê li hemî kesên mirîn be, serê lêzimên wan sax be û sebrê ji wan re dixwazim. Ez şîfayê ji birîndaran re dixwazim.
“Ez hemî gelê me vedixwînim ku bila ew li hemberî tûndkariyê bi hestên biratî, aştî, demokrasî û azadiyê hev bigirin.
“Şertên me çi bin bila ew bin divê em dest ji wî tiştê me gotiyê pîroz e, divê em dest ji parastina aştiyê bernedin.”
(YY/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.