Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş derbarê êrişa Reînayê de daxuyaniyek ji girtîgehê şand û got: “Divê desthilatdarê siyasî hêza xwe ne ji bo êrişên li dijî HDPê, ji bo aştî û ewlehiya civakî xerc bike.”
Nameya ku Selahattîn Demirtaş ji Girtîgeha Edirneyê şandiye wiha ye:
‘Ev ne qedera welatê me ye’
‘’Ez êrîşa dijmirovî ya ku saetên pêşî ya sersalê li Stenbolê pêk hatî û di encamê de ji welatên cihê 39 kesan jiyana xwe ji dest dayî şermezar dikim. Ev rewş ne çarenûsa welatê me ye, divê ne çarenûsa welatê me be. Bi hêviya ku careke din dubare nebe, ez êrîşa bi namerdî ya li Ortakoyê, Stenbolê şermezar dikim, ji bo hemû kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê dixwazim, ji bo malbatan dibêjim bila serê we sax be, ji bo birîndaran jî şîfa xêrê dixwazim.”
‘Kêmasiya Îstibaratê’
“Piştî vê êrîşê jî diyar bû ku kêmasiyên mezin ên sîxûrî hene. Berpirsyariya civakê bi temamî berpirsyariya desthilatdariya siyasî ye. Hikûmet divê hevsenga azadî û ewlekariyê baş bi cih bike. Di êrîşên wiha de bi qasî girtina tedbîrên ewlekariyê girîng e ku standartên azadî û demokrasiyê jî li welêt werin serdestkirin. Li deverên wiha ku li ser navê polîtîkayên ewlekariyê azadî têne sînordarkirin, tiştekî çarenîn e ku nexweşiyên civakî,birîn çêbibin û xwîn ji birînê biçe.”
‘Ziman-Helwesta pirengî’
“Rêya rizgariyê ya ji vê bobelatê ne ew e ku 78 milyon mirov were mehkûmkirin ku li dor kesekî yan jî avaniyeke netewperest werin civandin; çareserî ew e ku li dor ruhê yekîtiya demokratîk bi awayekî wekhev jiyanek were avakirin. Tedbîra herî mezin a ewlekariyê ew e ku şertên wiha yên civakî werin avakirin ku ti etnîk, bawerî, derdora siyasî xwe li derve nebîne û zimanekî pir parêz, yekgirtî were bikaranîn.
“Bi xemgînî divê bibêjim ku desthilatariya ku li ser siyasetmedaran, nûçegihanan, akademîsyenan, nivîskaran, hemû beşên civakî yên muxalîf ku li pêş hikûmetê radiwestin, zextê dike, welêt di hiş û hîsan de dabeş dike û civakê ber bi kaosê ve dibe.
“Bi vederkirina muxalefeta demokratîk, bi vederkirina mezintirîn partiya sêyemî HDP’ê yekîtî pêk nayê. Desthilatdariya siyasî divê enerjiya xwe ne bi êrîşa li ser HDP’ê lê bi pêkanîna aştiya civakî û ewlekariyê divê bimezêxîne. Peywira herî girîng a li ber me ew e xebatên wiha demokratîk werin kirin ku hîsa 80 milyon însan a aîdbûnê û xwedîderketinê ya li vî welatî were xurtkirin.
“Bang min ji bo gel; divê em aîdbûna xwe ya nasnameyî û baweriyê, şêwazên cihê yên jiyanê û nerîna xwe ya li cîhanê weke dewlemendiyekê em bibînin, dest bidin hev, bi hev re xwedî li demokrasiyê, li heq û azadiyê derbikevin, ji bo aştiya civakî em bi hev re têbikoşin.
“Careke din rehma Xwedê li wan mirovan be ku di êrîşa Ortakoy a Stenbolê de jiyana xwe ji dest dane, serê malbatan sax be û Xwedê şîfa xêrê bide birîndaran’’
(BK/YO)