Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevserokê Giştî yê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaşî, li ser hesabê xwe yê Twitterê, cezayê ku dadgehekê li wî biriye û Dadgeha Îstinafê pesend kiriye nirxandiye.
Bixîne - Cezayê Demîrtaş û Onderî hatiye pesendkirin
Selahettîn Demîrtaş, 2 sal e ku li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtiye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo Demîrtaşî biryara “Divê demildest bê tehliyekirin” dabû. Li piştî vê biryarê Dadgeha Îstinafê cezayê Demîrtaşî pesend kiriye:
"Bikin, nabêjim nekin. Lê qet nebe ewqasî aşkere, bi xamî û rezîlane nekin. Ez ceza û gefên dadgeha ku di bin fermana desthilatdarê de ye nas nakim."
“Hun tenê dikarin bedenên min û hevalên min di girtîgehê de bihêlin. Hun wekî din her tiştî winda dikin. Em 2 sal e ku girtînin. Em wekî HDP her diçe mezin dibin, hun jî piçûk dibin”
“Em li dijî faşîzmê berxwedana xwe berdewam dikin û em ê bi ser bikevin. Dadwerên sûcdar wê rojekê werin darizandin.”
“Dive hemû gelê me li derdora partiya me dorpêç bin û li her derê ji bo lawazkirina faşîzmê bi moral, bawerî û bi biryar têbikoşin. Ji herkesî re silav, têkoşîn wê berdewam bike”.
HDP: Gel wê vê hemleya Erdoganî ji bîr neke
Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, Hevserokên Giştî yên HDPyê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kirine û wiha gotine:
“Bila yên di darazê de ev biryar debin jî, Erdoganê ku ferman daye jî bila vê baş bizanibin: Wê ev gel vê biryarê ji bîr neke. Ev gel baş dizane ku sedema vê biryarê Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê AKPyê ye. Ev gel dizane ku sedema vê biryarê tirsa Erdoganî ya ji Demîrtaşî ye. Ev gel zû yan nêzîk wê hesabê vê biryarê bipirse”. (AS/AY/FD)
*Abdulselam Yildirim ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.