Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Girtîgeha Cureya Fyê ya Edîrneyê bersiva pirsên Mahmût Hamsîcî, nûçegihanê BBCya tirkî daye. Demîrtaş nêzîkî du sal û nîv in ku di girtîgehê de ye.
Demîrtaşî li ser pirsa ku gotiye, “Hilbijêrên HDPyî li ser medyaya civakî di nivîsin û rexne li Partiya Gel a Komarî (CHP) dikin ku, digel piştgiriya HDPyê ya li Rojava, CHPyê di daxuyaniyên xwe de zêde cih nedaye vê, bi qasî ku tê xwestin spasiyên xwe pêşkêş nekiriye. Hûn ji bo van rexneyan çi dibêjin?” ev bersiv daye:
“Hilbijêrên me ne ku ji bo CHP spasiya wan bike lê ji bo şensekî bidin aştî û demokrasiyê çûne ser sindoqan. Şaredariyên CHPyê ne deyndarê me ye. Deyndarê gel in ku divê xizmeteke wekhev, adil, zelal û demokratîk bidin.
“Lê Navenda Giştî ya CHPyê divê li gorî nasnameya xwe ya sosyal demokrat tev bi gere û ji bo demokrasî û aştiyê polîtîka û pêşniyarên aştiyê yên wêrek pêş bixe.”
Bi êrîşa li ser Kiliçdaroglûyî re xwestin wan bitirsînin
Demîrtaşî ji bo êrîşa li ser Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî CHPyê ya li navçeya Çûbûk a Enqereyê jî diyar kiriye ku bi êrîşê re xwestine Kiliçdaroglûyî bitirsînin.
Selahattîn Demîrtaşî li ser pirsa derbarê peyamên Ekrem Îmamoglû, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê de jî nirxandin kiriye ku ji bo Demîrtaşî gotibû, ew xeta wî ya siyasî diecibîne.
Demîrtaşî diyar kiriye ku divê Îmamoglûyî ne tenê di gotinan de her weha di pratîkê de jî zimanê hemû civakê hembêz dike pêk bîne. (PT/FD)