Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevserokê berê yê Partiya Gelan a Demokratîk, Selahattîn Demirtaşî ji Girtîgeha Edirneyê ya Tîpê Fyê bi rêya Ajansa Mezopotamyayê peyamek şandiye.
Selahattîn Demirtaşî li ser malbatên li ber deriyê Rêxistina Amedê ya HDPyê kom bûne peyameka 5 xalî şandiye.
Peyama di MAyê de hatî weşandin bi vî awayî ye:
1- Di destpêkê de em dixwazin ku PKK bersivê bide banga van malbatan.
2- Zarokên li çiya ne û wezîfedarên cemaweriyê yên di destê PKK’ê de divê bi saxî û selametî bigîhîjin malbatên xwe. Ji bo ev malbat bigîhîjin zarokên xwe û aştiyek mayînde pêk were bang li hemû aliyan bikin. Divê di vî warî de hewldan bêtir bên leztirkirin.
3- Ji bo van malbatên zarokên wan ji aliyê PKK’ê ve hatine desterkirin jî divê hem li hundirê Meclîsê û hem jî li derveyî Meclîsê divê bi lezgînî komîsyonek were avakirin. HDP jî dikare di komîsyonê de cih bigire. Ji bo çareseriya pirsgirêkê her kes û her aliyên samîmî dikarin bibin hevparê vê yekê.
4 – Em li gorî tecrûbeyên berê derkevin rê û bandor û samîmiyeta Ocalan a di vê mijarê de li ber çavan bigirin û ji bo bikeve dewrê em hin tiştan dikarin bikin. Di demek nêz de bi rêya parêzerên xwe gotibû ‘Ez amade me di hefteyekê de van pirsgirêkan çareser bikim û ji xwe bawer im.’ Divê em şexsiyetek wiha gotiye ji nedîtî ve neyên. Tenê ne dayikên li ber HDP’ê rûniştine, ji bo hemû dayikên destê wan li ber dilê wan e û dilsoj in û hewldanên demokrasî û aştyê bînin welat pêk bînin.
5 – Ev hemû ji bo partiyek bê biçûkkirin, partiyek were mezinkirin û partiyek li derveyî her tiştî bê hiştîn nîne. Ji bo aramiya, azadiya, jiyanek demokratîk û aştiya 82 milyon welatiyên Tirkiyeyê vê yekê bikin. Bêyî di nava partiyan de cudahî were kirin em dest bidin destê hev û bi hev re tevger bikin.
(EMK/MB)
Çavkanî: MA