Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Selahattîn Demîrtaşî piştî êrîşa bi bombeyan a li Veznecîlerê ku 11 kes miribûn bangî rêberên partiyên sîyasî kir û got: ‘’ Ka werin em herçar bigihin hev û xwîna dirije bisekinînin.’’
Demîrtaşî rexne li Erdoganê serokkomar jî kir ku Erdoganî gotibû: ‘’ Ev têkoşîn dê heta qîyametê dewam bike.’’
Beşên ji axiftina Demîrtaşî ku li rêûrisma vekirina avahiya nû ya Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê axivîbû ev in:
‘’ Ew tiberikê li qesrê hima [rewşê] li ber xwe normal dike. Em wê hişmendiya dibêje ‘dê heta qiyametê dewam bike’ qebûl nakin. Divê bes ciwan bimirin. Heke heta qiyametê mirin çêbin çi karê te digel wî postî heye? Şer dê heta qiyametê dom neke, ji vê yekê bawer bike. ‘’
‘’Bi ti awayan HDPyê ti awayên tûndkariyê meqûl nedîtine. Piştî niho jî ew ê meqûl nebîne. ‘’
(ÇT/MB)