Fotograf: Basnews
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên xweparastina ji vîrusa koronayê qedexeya çûnûhatinê heta 23ê Nîsana 2020an dirêj kiriye.
Li gor nûçeya Rûdawê Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê daxuyanî daye û diyar kiriye, ku qedexeya hatinûçûnê heta roja 23.04.2020 hat dirêj kiriye û hatiye tekezkirin her kesê binpêkariyê bike, dê bê cezakirin.
Di daxuyaniya wezaretê de hatiye gotin, “Hatinûçûna piyade qedexe ye, jibilî rewşên dabînkirina pêdiviyên rojane û rewşên nexweş, ew ên binpê dikin, dê rêkarên yasayî li beramber bên girtin.”
Di xaleke din a daxuyaniya Wezareta Navxwe de hatiye diyarkirin, demjimêr 6.00ê êvarî ta 12ê şev, qedexeya hatinûçûnê li seranserê Herêma Kurdistanê, bi temamî tê cîbicîkirin, û tenê rê dê bê dayîn bi hatinûçûna otomobîlên hêzên emnî û tîmên tendirustî û ambulansan û ew ên di erkên fermî de ne.” (AY/FD)