Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dema karkirinê ya Komîsyona Lêkolînên Karûbarên Komîsyona Lêkolînên Karûbarên Rewşa Awarte bi biryara Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ji bo saleke din dirêj bûye. Biryar di rojnameya Fermî de hatiye weşandin.
Komîsyon wan serlêdanan dinirxîne û biryaran dide ku di dema Rewşa Awarte de pêk hatine.
Biryara dirêjkirina dema karkirinê ya Komîsyonê li gorî Xala 3yem a Qanûna hejmar 7075ê dirêj kirine.
Derbarê Komîsyonê de
Karmendên ku di encama Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnan de (KHK) ji kar avêtine, xwendekarê ku bûrsên wan qut bûne, leşker û polîsên teqawidbûyî yên payeyên wan ji wan standine û sazî û dezgehên hatine girtin, serî li vê Komîsyonê didin. Komîsyon jî serlêdanan dinirxîne û biryaran dide.
8 raportor (dadwer, pispor, pişkîner) jî di nav de 250 kes di Komîsyonê de kar dikin. Heta niha 126 hezar û 300 kesan, dem û dezgehan serî li Komîsyonê dane. Komîsyonê biryar ji bo 110 hezar 250 serlêdanan daye. Lêkolîn li ser 16 hezar û 50 serlêdanan didome. (TP/FD)