BBC Cultureyê, ji bo diyarkirina fîlmên herî baş ên dinyayê yên ne-ingilîzî bi rexnegirên fîlman re rapirsînek amade kiriye. 12 fîlmên herî baş hatine hilbijartin yek ji wan fîlmeka kurdî ya bi navê “dema hespên serxweş e.”
Derhênerê fîlmê Behman Qobadî ye. Fîlm sala 2000ê li Herêma Kurdistanê ya Iranê hatiye çêkirin. Serlehengê fîlmê Eyûp e. Ew sêwî ye û qaçaxçîtîyê(kolberîyê) dike. Hesp da ku bikarin bi çîyayên bilind û berf-girtî re biborin, xwediyên wan vîskîyê dide wan.
BBC Cultureyê lîsteya fîlman bi vî navî eşkere kiriye “12 fîlmên şahane yên sînemaya dinyayê yên li bendê ne bêne keşifkirin.”
Kûnyeya Fîlmê:
Derhêner: Bahman Ghobadi
Senaryo: Bahman Ghobadi
Lîstikvan: Eyûb Ahmadi, Rojin Younassi, Amaneh Ekhtiar-Dini, Madi Ekhtiar-Dini, Kolsolum Ekhtiar-Dini, Karim Ekhtiar Dini
Derhênerê dîmenan: Saed Nikzat
Mûzîk: Hossein Alizadeh
(MB)
*Me agahiyên di vê nûçeyê de ji nûçeya BBC Cultureyê berhev kiriye û wergerandiye.