Dema desteserkirinê ya kesên li Stenbolê hatibûn desteserkirin hat dirêjkirin
Dema desteserkirinê ya 20 kesên li Stenbolê di serdegirtinên malan de hatibûn desteserkirin hate dirêjkirin.

Duh li navçeyên cuda yên Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin û nêzî 20 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin desteserkirin.
Welatiyên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya di 29ê Cotmehê de hatin desteserkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li navçeya Fatîhê tên ragirtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dema desteserkirinê ya Rêveberên DEM Partiyê û solîsta Koma Hevrayê Zeynep Dogan jî di nav de, ji bo rojekê hate dirêjkirin.
Di heman demê de sedema desteserkirinê nayê zanîn.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.