Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îro li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê, civîna taybet a 23yê Nîsanê, salvegera avakirina Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) pêk hatiye. Di civînê de Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) û Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) axivî ne.
Dema Bûldanê dest pê kiriye ku bi axive, Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), Hûlûsî Akar, Wezîrê Berevaniya Milî û Yaşar Guler, Serfermandar ji salona Parlamentoyê derketine.
Di civînê de Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglû axivî ye
Kiliçdaroglûyî di axavtina xwe de gotiye, sîstema serokatiyê erkên parlamentoyê asteng dikin û pêwistiya Tirkiyeyê bi destûreke demokratîk heye.
“Mirovahî li erdê hatiye kaşkirin”
Piştî Kiliçdaroglûyî, Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPyê axivî ye û wiha gotiye:
“Di wê demê de ku Birêz Serokomar dibêje ‘em hev himbêz bikin’ li Gebzeyê û Qoserê dayikên laçik sipî rastî êrîşa wezîfedarên fermî yên mirovahî nebûye nesîbê wan hatine. Hatine dehfdan, li erdê hatine kaşkirin. Li Amedê polîsan êrîşî parlamenterên me kirin, li nava kolanê îşkence nûnerên gel kirine”.
Erdogan piştî ku ji salona Parlamentoyê derketiye li ber avahiya Parlamentoyê ji rojnamegeran re axivî ye û wiha gotiye:
“Ma em li nava Parlamentoyê li wan kesan guhdar bikin ku Sirûda Netewî (İstiklal Marşi) nexwendine? Ma em li wan kesan guhdar bikin ku Mihemedê min şehîd kirine? Ma em li wan kesan guhdar bikin ku bi wan re mil bi mil, dest bi dest in?” (EMK/FD)