DEM Partiyê ji bo civîna ku hatibû taloqkirin pêk were serî li Wezareta Dadê da

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo civîna ku hatibû taloqkirin pêk were serî li Wezareta Dadê da.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di şandeya DEM Partiyê de dê Cîgirên Serokê Koma partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî, Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan û Alîkarê Serokê Giştî Ozturk Turkdogan jî cih bigirin.

Hevdîtina Wezîr Tunç û Şandeya Îmraliyê hat taloqkirin
Civîna ku dihat plankirin di 18ê Nîsanê de di navbera Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç û Şandeya Îmraliyê de were kirin, ji ber rewşa tenduristiyê ya Alîkarê Serokê Meclisê û Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder, hatibû taloqkirin.
Onder saet di 22:00ê 15ê Nîsanê de ji ber pirsgirêkeke giran a dil rakirin beşa nexweşên giran a Nexweşxaneya Florence Nightingale ya Stenbolê. Onder demildest emeliyat kirin û emeliyata wî bi qasî 12 saetan dom kiribû. Xetereya li ser jiyanî wî hê jî didome.
