Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Parlamentera Şirnexê Ayşegul Doganê îro li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist. Doganê di destpêka axavtina xwe de kesên di dema Qetlîama Mereşê de hatine kuştin bibîr anî û got ku berpirsiyariya dewletê ye berpirsiyarên qetlîamê derxe holê.
Doganê her weha kesên di Qetlîama 19ê Kanûna Pêşiyê ya 2000î de (operasyona li dijî girtîgehan pêk hatibû) can dane û Taybet Înana di 9ê Kanûna Pêşiyê ya 2015an de dema ji mala cîranên xwe vedigeriya bi guleya leşkeran hatibû kuştin jî bibîr anîn.
Ayşegul Doganê paşê jî behsa helwesta partiya xwe ya hilbijartina herêmî kir. Li gorî ku Doganê diyar kir, DEM Partî wê li bajarên Tirkiyeyê bi tenê li 27 cihan namzetan nîşan bide:
“Ez dixwazim navên van bajarên ku em ê namzedên xwe derxin dîsa bibêjim. Em niha haziriyekê welê dikin ku li Esenyûrt û li Sûltangazî namzedan derxin.
Em li Edeneyê navçeyên Ceyhan, Seyhan ve Yuregirê, li, Antalyayê navçeya Kepezê, li Mêrsînê navçeyên Akdeniîz, Toroslar ve Tarsûsê, li Stenbolê Esenyûrt, Sancaktepe, Adalar, Sultanbeyli, li Aydinê navçeyên Didim, Efeler, Germencik ve Soke, li Konyayê Cihanbeyli û Kulu, li Kocaeliyê Dilovası, li Îzmîrê Torbalı, Bayraklı, Menemen, li Manîsayê Golmarmara, Turgutlu, Yunusemre, li Çanakkaleyê Gokçeada, li Tekirdag Çorlu û Çerkezkoyê em ê namzedên xwe derxin. Ev ne lîsteya dawî ye. Em dem bi dem xebatên xwe yên komîsyonan bi raya giştî re parve dikin. Ev jî beşa ewil a vê xebatê ye. Ev ciyê ku min ji xwe re parve kir ew cî ne ku xebatên wan xelas bûne. Em ê beş bi beş bi we re parve bikin.”
DEM Partiyê beriya niha pêvajoya serlêdanan ya ji bo bernamzetiyê dirêj kiribû ku heta 20ê Kanûna Pêşiyê ve dem hebû. Ayşegul Doganê diyar kir ku ew vê pêvajoyê careke din dirêj dikin.
Li gorî vê biryarê, pêvajoya serlêdanan a ji bo bernamzediyê ya DEM Partiyê wê heta 25ê Kanûna Pêşiyê berdewam bike. (TY/FD)