DEM Partî wê di 13 û 14ê Kanûna Paşiyê de namzetên xwe hilbijêre

Lijneya Navendî ya Rêveberiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di bin serokatiya Hevserok Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhanî de duh civiya.
Civînê 10 saetan dewam kir û kesên wê di pêvajoya pêşhilbijartinê de cih bigirin, hatin wezîfedarkirin.
Li gorî nûçeya MAyê, namzetên hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê, wê li 50 navendan bikevin pêşhilbijartinê. Pêşhilbijartin wê di 13 û 14ê Kanûna Paşiyê de pêk bê.
Di pêşhilbijartinê de wê endamên Meclîsa Partiyê, parlamenter, endamên Meclîsa Jinan û endamên Meclîsa ciwanan, rêvebirên rêxistinên navçeyan, nûnerên saziyên civaka sivîl wezîfedar bibin.
DEM Partî ji bo Stenbol, Enqere, Edene û Mêrsînê dixwaze “lihevkirina bajarvaniyan” namzetan diyar bikin. Ji bo vê jî wê hevdîtinên xwe yên bi hêzên demokrasiyê, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî re zêdetir bikin. (AEK/FD)