Cîgira Serokê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyîgît di civîna çapemeniyê ya li Meclîsê de têkildarî sêyemîn hevdîtina Îmraliyê axivî.
Cîgira Serokê Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgîtê destnîşan kir û got:
"Şandeya me wê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê. Em li bendê ne ku di nava çend rojan de serlêdanên pêwîst ên ji bo vê yekê de bên kirin. Amadekarî tên temamkirin"
“Di hevdîtina li Îmraliyê de bi taybet jî dê agahiyên têkildarî hevdîtinên li başûrê Kurdistanê hatine kirin, nîqaşên hatin kirin dê bi birêz Ocalan re bên parvekirin. Piştî vê hevdîtinê dê dîroka banga dîrokî ya birêz Abdullah Ocalan jî diyar bibe. Dê di çareseriya pirsgirêka Kurd de dê bibe destpêka serdemeke nû. Em dizanin ku ew banga dîrokî dê were. Em careke din dibêjin ku divê pratîkên ku zemîna tifaqa Kurd û Tirkan a nû zerab dike, yên pêşiya vê digirin divê di serî de ji hêla civak û siyasetê ve bên mehkûmkirin.”
Bang li Meclîsê kir
“Piştî banga dîrokî, berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê Meclisê. Em bang li Meclisê dikin ku piştî vê banga dîrokî berpirsyartiyê li xwe bigire, destê xwe deyne bin kevir û pêdiviyên vê bangawaziyê bicih bîne. Ji bo vê jî divê demildest ji bo sererastkirinên qanûnî bikeve nava hewldanan.”
(RT/AY)