Parlamenterê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan(DEM Partî) yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera Wanê Pervîn Buldan ji bo bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re bicivin çûn Girava Îmraliyê.
DEM Partiyê ji bo bi Ocalan re bicivin di 26ê Mijdarê de bi fermî serlêdan kiribû. Wezareta Dadê duh serlêdana DEM Partiyê pejirand.
Wezareta Dadê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re destûr da
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirrî Sureyya Onder û parlamentera Wanê Pervîn Buldan îro di saet 11:00ê berê nîvroyê de çûn Îmraliyê civîn pêk anîn û di saetên êvarê de jî vegeriyan.
DEM Partiyê derbarê hevdîtinê daxuyaniyekê da û her weha di daxuyaniyê de weha hatiye gotin:
"Şandeya me ya ku ji Pervîn Buldan û Sirrî Sureyya Onder pêk dihat, îro li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Ev hevdîtin bi dawî bû û şandeya me vegeriya."
"Şandeya me dê di saetên pêş de agahî û nirxandinên li ser naveroka vê hevdîtinê bi çapemenî û raya giştî re parve bike."
(EC/AY)