Kovara Destarê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Komeleya Anka ya Çand û Ziman, Komeleya Arî ya Zimanê Kurdî, Komeleya Arsîsa ya Zimanê Kurdî, Komeleya Birca Belek a Çand û Ziman,Komeleya Botan a Zimanê Kurdî, Komeleya Ferat a Zimanê Kurdî, Med–Der, Komeleya Wêjekarên Kurd, DBP, DEM Partî, TJA û Platforma Ked û Demokrasiyê deklerasyon amade kirine.
Deklerasyona ji bo 15 Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê ya li navçeya Sûr a Amedê hat eşkere kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di hewşa ku deklerasyon tê de hat eşkerekirin de pankarta “Her der Kurdî, her dem Kurdî” hat vekirin. Nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, komeleyên çand û ziman, Meclîsa Dayikên Aştiyê, dayikên girtiyan û gelek kes tev li deklerasyonê bûn.
Deklerasyon bi zaravey kurmancî û kirmanckiyê hat xwendin. Kurmanciya metna daxuyaniyê Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî û ya kirmançkî jî Hevberdevka Lijneya Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli Balsak ve hat xwendin.
“ Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e.”
Metna deklerasyonê wiha ye:
“Ji sala 2006 an vir ve 15ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî hatiye îlankirin. Kurdên li çar aliyên cîhanê vê cejna xwe ya neteweyî bi coş û kelecaneke mezin, bi hişmendî û giyanê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî pîroz dikin.”
15 ê Gulana 1932 yan rewşenbîrê Kurd Celadet Elî Bedirxan û hevalên xwe li Şamê dest bi weşana kovara Hawarê kirine. Ev roj gavekî dîrokî ye û ji bo Kurdan cihekî xwe yê girîng heye ku yekem car kovareke bi kurdî û bi alfabeya latînî çap bûye û mijara alfabeya latînî ji bo zimanê kurdî zelal kiriye. Her wekî ku di destpêka weşana kovara Hawarê de hatîye gotin, “ Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Her kesê xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî de heyîna zimanê me bide naskirin. Lewma ku ziman şertê heyînê yê pêşîn e".
“Ziman laş e, çand laş e”
Gotina birêz Abdullah Ocalan a “Ziman laş e, çand laş e, li bedena xwe xwedî derkevin” vê heqîqetê piştrast û temam dike. Gava ku em li gotinên Celadet Elî Bedîrxan û Birêz Ocalan ên ku hev temam dikin dinerin, dibînin ku êrîşên li ser zimanê Kurdî û tecrita li ser birêz Ocalan pêkanînên ji hev ne cuda û encamên heman polîtîkayên înkara çand, ziman û nasnameya Kurdî ne. Di sedsala 20 emîn de li gelek welatên dinyayê ji ber polîtîkayên yekparêz û netew-dewlet, van welatan veguherîne goristana zimanan. Pergala netew-dewlet a ku neyarê demokrasiyê ye, bi polîtîkayên qirkirina çand û zimanan perwerdehiya yekzimanî li ser gelan ferz kiriye.
Li hember van polîtîkayên tunekirinê, gelê Kurd, di dawîya çaryeka sedsala 20 emîn de bi daxwaza azadiya Çand, Ziman û Nasnameya xwe dest bi têkoşîna parastin û pêşvebirina nirxên xwe yên neteweyî kir. Gelê me, dê ji bo ku qedexeyên li pêşiya pêşketina zimanan bidawî binin û perwerdehiya bi zimanê dayîkê bi zagonan were mîsogerkirin têkoşîna xwe xurt bike, pêşî li xwebişaftinê bigire û rê nede polîtîkayên bişaftinê.
“Ziman nîşaneya nasname û statuya sîyasî ya gelan e”
Cejna Zimanê Kurdî, dê li hemberî polîtîkayên bişaftinê û qirkirinên çandî, zimanî û civakî, bibe destpêka gavên şoreşgerî û çavkaniya hişmendî, hebûn û xwebûnê. Ziman nîşaneya nasname û statuya sîyasî ya gelan e. Ji ber vê jî, pêwîst e zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê. Perwerdehiya bi Zimanê Dayîkê, ji bo zarokên hemû gel û neteweyan mafekî herî xwezayî, bingehîn û gerdûnî ye.
Bi milyonan zarokên Kurd ên ku li vî welatî dijîn, ji vî mafê bingehîn û gerdûnî bêpar in. Ji ber ku dewleta tirkiyeyê li gorî peymanên gerdûnî yên ku imze kiriye tevnagere, ev helwesta rayedarên tirkiyeyê dibe sedema pirsgirêk û aloziyên civakî.
“Bi zimanê xwe biaxive, bixwîne û binivîse”
Heta ku hemû maf û azadiyên gelê kurd ên çandî, zimanî û nasnameyî ku mafên herî rewa û bingehîn in, bi zagonan werin mîsogerkirin, dê gelê kurd li hemû qadên jiyanê di têkoşîna xwe ya çand, ziman û nasnameya azad de bi israr be. Gelê kurd, dê li hemberî mêtingeriyê hebûn û nasnameya xwe biparêze û têkoşîna xwe ya azadiyê bilindtir bike, di jiyana rojane de bi hemû zaravayên zimanê xwe biaxive û bi stratejiya parastina hebûna xwe, siyaseta xwe bi zimanê xwe bimeşîne û feraseta qirker vala derbixe. Gelê me, dê li hemberî serdestan li hemû qadên jiyanê û bi taybetî di warê perwerdehiya bi zimanê dayîkê de têkoşîna xwe xurtir bike, bi zimanê xwe biaxive, bixwîne û binivîse.
Bi vê armancê, di serî de navêndên me yên xebatê yên civakî, em ê her yek jixwe dest pê bikin û zimanê xwe di xebatên xwe yên siyasî, çandî, hunerî û aborî de bikar bînin, yekîtî û hevgirtina xwe ya neteweyî pêk bînin. Li hemberî feraseta polîtîkayên bişaftinê helwesta em ê li zimanê xwe xwedî derkevin û zimanê xwe bikin hêmanê jiyana xwe yê jêneger.
"Her dem kurdî her der kurdî"
Bi diruşma; ‘HER DEM KURDÎ HER DER KURDÎ’ bi armanca ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, em ê bername û çalakiyên cur bi cur li dar bixin û li her derê dengê zimanê kurdî bilind bikin. Di vê çarçoveyê de, bi hişmendiya ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, em ê têkoşîna xwe xurtir û bilindtir bikin. Em ê 11 ê gulanê li Êlihê starta van rêzeçalakiyan bidin û ji 11 ê Gulanê heta 1 ê hezîranê li hemû bajar û navçeyên Kurdistan û Tirkiyeyê meş, miting û daxuyaniyên girseyî, belavkirina belavokan, konser, mîhrîcan, şahî, panel û forûman li dar bixin.
Cejna Zimanê Kurdî di serî de li jinên me yên sembola zimanê dayîkê, li hemû têkoşer, xemxur, xebatkar û dildarên zimanê kurdî pîroz be. Em bang li jin, ciwan, rewşenbîr, partî, sazî û ji heft heta heftê salî, tevahiya gelê Kurd dikin ku; TÊKOŞÎNA ZIMANÊ KURDÎ BILIND BIKIN.”