Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kesên di Qetlîama Robozikê de hatine qetilkirin, li ser gorên wan hatine bibîranîn.
Beriya niha bi deh salan, di 28ê Kanûna Pêşiyê ya 2011an de balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) li nêzîkî sînorê Herêma Kurdistanê êrîşî komeke gundiyan kiribû. Di encamê de 19 jê zarok, 34 kesên ji gundê Robozikê yê Qilabanê, navçeya Şirnexê bûbûn qurbanî.
Malbatên robozikî îro bi fotografên zarokên xwe yên hatine qetilkirin, ber bi goristanê ve meşiyane.
Malbatên Robozikiyan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Hevberdevkê Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) Cengîz Çîçek, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TTB) Erînç Sagkan, serokên baroyên bajarên kurdan û bi sedan kes beşdarî merasîmê bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di dema meşê de malbatan pankarta ku li ser wê nivîsa "Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekir, em ê hesab bipirsin" heye, hilgirtiye. Beriya merasîmê, beşdaran ji bo giyanê qurbaniyan rêz girtiye.
Dîlsîz: Divê kujer werin darizandin
Pêşiyê Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz axiviye û gotiye: “Êdî li ser vê axê taqeta me ji komkujî, kuştin û bêedaletiyê re nemaye. Sed sal jî di ser vê komkujiyê re derbas bibe em ê ji bîr nekin û heta kujer û berpirsiyar derkevin holê û werin darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Sagkan: Rêya pêçandina birînan di pêkanîna hiqûq û edaletê re dibore
Serokê TTByê Erînç Sagkan jî axiviye û destnîşan kiriye ku îro wan dixwest ne bi qurnefîlan lê bi edalata di destê wan de werin Robozikê: “Rêya pêçandina birînan di pêkanîna hiqûq û edaletê re dibore. Ji bo ku birîna Roboskiyê were kewandin û rondikên çavê dayikan bisekine em ê têbikoşin.”
Eren: Divê êdî edalet were Roboskiyê
Serokê Baroya Amedê Nahît Erenî jî gotiye ku dosyeya failan di qeydên dewletê de veşartî ye: “Heta îro em, li ser vê erdnîgariyê li Kurdistanê hatin qetilkirin. Faîl diyar in lê tên veşartin. Heta ku edalet neyê Roboskiyê kes nikare behsa edaletê û helalîye bike. Divê êdî edalet were gundê Roboskiyê.”
Hatîmogûllari: Divê rastî derkevin holê
Parlamentera HDPyê ya Edeneyê Tulay Hatimogûllari ya ku ji Komîsyona Baweriyan a HDPyê berpirsiyar e jî axiviye û destnîşan kiriye ku divê rastî derkevin holê da ku bêedaletiya li Roboskiyê bi dawî bibe.
Ozturk: Hemû cîhan dizane ku bê kê komkujî pêk aniye
Hevserokê KCDyê Berdan Ozturkî jî gotiye ku hemû cîhan dizane bê kê bombe avêtine: “Malbatên me hezkiriyên xwe winda kirin. Lê ji kesî deng dernakeve. Dinya alem dizane ku kê ev komkujî pêk aniye. Eşkerenekirina berpirsiyaran û kujeran êşa malbatan qat bi qat zêdetir dike. Dibêjin ‘em ê kurdan bikujin û bajaran bi ser serê we de xera bikin, em ê hesab nedin’. Dibêjin ‘em mêtinger in û hûn koleyên me ne’. Ev yek çareserî nayine. Tenê ne ciwanên Roboskî hatin parçeparçekirin, gelê kurd û cîhan hatin parçeparçekirin. Yên ku lêborînê dixwazin û behsa helalîye dikin divê ewilî hesabê Roboskî, Zîlanê, Dersimê bidin û wisa helalîye bixwazin. Birêz Ocalan got daxwaza avakirina Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqetan kiribû. Lê nehat avakirin. Birêz Ocalan diyar kiribû ku ev komkujî berdewamiya tasfiyeya siyaseta gelê kurd e û dixwazin bi vê komkujiyê kurdan û tirkan bidin şerkirin. Êşa me kêm nabe û hêrsa me zêdetir dibe û êşa me wek a malbatên me hêj teze ye. Heta em hesabê van komkujiyan nepirsin wê ne edalet were Tirkiyê û ne jî wê helalî pêk were.”
Encu: Cilên me reş in û dilê me şa nebûye
Hevserokê Rêxistina Bajarê Stenbolê yê HDPyê Ferhat Encu ku yek ji wan malbatên qurbaniyan e jî wiha gotiye: “Di van deh salan de me gelek komkujî dîtin. Me di van salan de hestên xwe û nêrînên xwe ji raya giştî re eşkere kir. Lê heta îro dilê malbatên Roboskî, dayikên me şa nebûye û aş nebûye. Hêj em di şînê de ne û cilên me reş in. Em reş lixwe dikin. Ev têkoşîna me têkoşîna heqîqet û edaletê ye. Hêviya me ew ku zêdetir xwedî derketinek ji bo malbatên Roboskî derkeve. Dixwazin ser dosyeya Roboskî were girtin û tarî bimîne. Cihek nema ku me serî lê neda lê mixabin tu encam derneket. Heta em hesab ji berpirsiyarên komkujiya Roboskî nepirsin û komkujiyan dernexin holê wê têkoşîna me ya edaletê bi dawî nebe.” (AS/FD)