Dê û bavê Demirtaşî qeza kiriye, rewşa wan baş e
Dê û bavê Selahattin Demirtaşî dema ku di rê de bûn ku biçin serdana wî qeza kiriye.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dê û bavê Selahattin Demirtaşî dema ku di rê de bûn ku biçin serdana wî qeza kiriye.
Selahattin Demirtaş hevserokê berê yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) bû û li Girtîgeha Edirneyê girtî ye.
Wesayita dêya Demirtaşî Sadiye Demirtaş û bavê wî Tahir Demirtaş tê de bû qeza kiriye. Herdu ji bo nexweşxaneyê hatine birin. Li gor agahîyên berdest rewşa wan baş e.
Xuşka Selahattîn Demirtaşî Aygül Demirtaşê li ser medyaya civakî nivîsîye ku dê û bavê wê li ser rêya Çorlu-Edirneyê qeza kiriye û rewşa wan baş e.
Partiya Gelan a Demokratîk jî li ser bûyerê peyamek weşandiye û daxwaza saxî û silametiyê ji bo Demirtaşan kiriye.
(TP/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.