Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dayikên/Mirovên Şemiyê bi minasebeta hatina salvegera çalakiya wan a 24em, qurnefîl danîn Qada Galatasarayê.
Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo kesên di dema desteserkirinê de hatine wendakirin, cara pêşiyê 24 sal berê, di 27ê Gulana 1995ê de derketibûn Qada Galatasarayê û çalakiya xwe li vir kiribûn.
Sê salan di bin dorpêça polîsan de Dayikên/Mirovên Şemiyê çalakiyên xwe kirine û 13ê Adara 1999ê neçar mabûn ku greva xwe bidin sekinandin. Ev navber 10 salan dewam kiribû.
Di sala 2009ê de dîsa li Qada Galatasarayê dest bi çalakiya xwe ya bêdang kiribûn û di 25ê Tebaxa 2018ê de dîsa polîsan destwerdana wan kiribû. Ji hefteya 700î û vir ve çalakiya xizmên wendayan û mafparêzan tê qedexekirin.
Di 24em salvegera çalakiya yekem de, Dayikên/Mirovên Şemiyê û mafparêz daketin Qada Galatasarayê û qurnefîl danîn vir. Çalakvanan got, “Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin ku li vir em û wendayên xwe digihên hev”.
Nimet Tanrikulu: Ev qad şahidê têkoşîna 24 salan e
Nimet Tanrikulu, mafparêz û yek ji wan kesa ku îro qurnefîl danî Qada Galatasarayê ji bianetê re wiha got:
“Ji ber bîrdarî û gorên wendahiyên me nînin, ev qad ji bo xizmên wendayan xwedî wateyeke gelekî mezin e. Ev qad şahidiyê ji têkoşîneke dîrokî ya 24 salan re dike ku kesên cihekî wan nîne, lê tên bibîranîn”.