Dayika Helepçeyî Melîhe Mihemed Reşîd 31 sal piştî komkujiya Helepçeyê gihîşt kurê xwe. Kurê Melîhe Mihemed Reşîdê dema winda bûbû, 9 mehî bû.
Helepçe wê demê navçeyeke parêzgeha Silêmaniyeyê bû. Di encama êrîşa bombeyên kîmyewî ya rejîma Sedam Huseyinî de bi deh hezaran kes bûn qurbanî. Her weha ziyaneke mezin da şêniyên wir û bû sedema trajediyeke mezik.
Çîroka Melîhe Mihemed Reşîd, dayika Helepçeyî a jî yek ji wan e.
Di 16ê Adara sala 1988an da dema balafirên şer ên rejima Sadam di ser Helepçeya li ser sînorê Îranê ye da bombeyên kîmyewî dibarandin Xelîl Mihemed Salih hê wê demê sebiyekî 9 mehî bû. Malbat piştî qirqirinê ji bo dermankirinê derbasî alî Îranê kirin.
Wê demê şerê rejima Sadamî ya bi Îranê re jî dewam dikir û li ser bajarê Kirmanşahê jî êrîş pêk dihatin. Reşîdê wê rojê kurê xwe yê 9 mehî winda kir.
Melîhe Mihemed Reşîdê ji nûçegihanê AAyê re gotiye, wê ti nexweşxane û kampên penaberên Iraqî lê diman nehişt, kontrol kir û li sebiyê xwe geriya lê ti tişt bi dest nexist.
Piştî ku Reşîd tevlî endamên din ên malbatê zivirî Silêmaniyeyê serî li dadgehê da û di Çiriya Paşiyê y sala 1988an de jê re xeber hat û gotin ku sebiyê wê miriye.
Malbateke Îranî lê xwedî derketiye
Piştî malbat kurê xwe winda dike, malbateke îranî lê xwedî derketiye û Salih, kurê Melîhayê xwedî kiriye.
Mesume Mehdîpura ku heta demekê Xelîl Mihemed Salih ew wek diya xwe ya rastî dizanibû got ku mêrê wê Menuçehr Îsmailî di nexweşxaneyê de dixebitî û li wir rastî Xelîl Mihemed Salih hat. û Ji bo lê xwedî derkeve û wek ewladê xwe xwedî bike hiltîne dibe bajarê Qumê.
Mendîpurê destnîşan kir ku wan di nasnameyê de navê Xelîl Mihemed Salih wek Mihemed Emîn dane nivîsandin û Xelîl Mihemed Salih piştî ji fakulteya hiqûqê ya zanîngehê mezûn bû û dest bi amadehiyên zewacê kir. Di vê demê de malbat jê ra rastiya meseleyê dibêje.
Xelîl Mihemed Salih ji bo dîtina malbata xwe dest bi lêkolînan kiriye
Xelîl Mihemed Salihê ku di 24 saliya xwe de pê hisiyaye ew kurê dê û bavekî din e, ji bo dîtina malbata xwe ya esil dest bi xebatê kiriye.
Xelîl Mihemed Salihî diyar kir ku ew ewilî çûye Tehranê û paşê jî çûye Kirmanşahê. Li vir derbarê sebiyên wê demê winda bûne de agahî berhev kiriye.
Xelîl Mihemed Salihî pê hisiyaye, dibe ew yek ji wan zarokan be ku li Helepçeyê winda bûne. Li ser vê diçe Silêmaniyeyê.
Li wê derê di kanaleke têlevizyonê ya herêmî de tevlî Loqman Ebdulqadir, Serokê Komeleya Mexdûrên Êrîşa Kîmyewî ya Helepçeyê derdikeve bernameyê û qala çîroka xwe dike.
Dayika wî ew yekser nas kir
Dayîka Xelîl Mihemed Salihî got, wê di bernameyê da çawa Xelîl Mihemed Salih dît niqûtî dilê wê ku ew kurê wê ye û wiha dewam kir: "Min dixwest hema deqîqeyekê be jî ez wî bibînim. Dema em her du cara ewil gihîştin hev, em her du jî giriyan. Xwîna wî li min keliya û min hîs kir ku ew ewladê min e. Çawa min ew dît min ji yên derdorê re got ev Xelîlê min e. Min têlefonî Loqman Ebdullah kir û jê xwest ku bila me bîne cem hev. Wî jî ji min ra got ku ka delîlên te çi ne. Min got ku niqûtiye dilê min."
Bi saya Ebdulkaqir dayik û kurê xwe gihîştin hev û paşê jî Dadgeha Helepçeyê ji bo kirina testa DNAyê biryar da.
Di encama testan da derket holê ku Xelîl Mihemed Salih kurê Reşîdê ye û dadgehê jî ev yek qebûl kir.
Xelîl Mihemed Salihê ku li Îranê wek pisporê tipa Edlî kar dike tevlî malbata xwe ya Îranî di 17ê Kanûna Pêşiyê de nasnameya xwe ya Iraqê hilda û paşê derbasî Îranê bû û çû ser karê xwe. (FD)
Nûçe û Fotograf: Rewa Mahmood Hasan /AA