Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
2yem Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê, daxwaza tehliyeyê ya ji bo Keşe Andrew Craig Brunsonî qebûl nekiriye.
Cem Halavûrt, parêzerê keşeyê DYAyî, duh ji bo tehliyeya Brunsonî serî li dadgehê dabû û daxwaz kiribû ku biryara qedexeya derketina ji derveyî Tirkiyeyê bê rakirin.
Halavûrtî ji bianetê re got ku ew ê dosyayê niha bibin 3yem Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê.
Çi bûbû?
Polîsan keşeyekê bi navê Andrew Brunson, Çiriya 2016ê, bi sûcê sîxurîyê girtibû û ji wê rojê ve girtî bû. Dadgeha Cezayên Giran a Izmîrê 25ê Tîrmehê biryar da ku Bruson dê ji girtîgehê derbikeve û bibe mehkûmê mala xwe.
Parêzerê Brunsonî, İsmail Cem Halavurtî ji dadgehê re diyar kiriye ku tendûristiya(saxlemiya) Brunsonî rê nade ku ew li girtîgehê bimîne û divê ew demildest bê behdan.
Andrew Brunson welatiyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Serokê Amerîkayê Donald Trumpî bi Twîtekê xwestibû Brunson bê berdan.
Keşeyê me, keşeyê we
17ê Gulana 2017ê dema serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan çûyî Amerîyê, Trumpî jê xwestiye ew Brunsonî bide berdan.
Erdoganî gotiye:
“Ji me dixwazin em keşeyî bişînin. Keşeyekê me jî li nik we heye(Fethillah Gulen). Hûn jî wî bişînin.” (EKN/FD)