Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzerê Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê daxwaza tehliyeya wî kiriye, lê ev daxwaz nehatiye qebûlkirin.
Wezareta Karûbarên Naxweyî Mizakli ji wezîfeyê girtîbû, qeyûm li şûna wî hatibû tayînkirin. Mizrakli di 22yê Çiriya Pêşiyê ya 2019an de hatibû girtin.
Mizrakli li Tîpa Tyê ya Kayseriyê ya Hejmar 2yê tê girtin. Muhsin Bilal, parêzerê Mizrakliyî serî li 9em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê daye û xwestiye ku Mizrakli tehliye bibe.
Parêz Bilalî di daxwaznameya xwe de gotiye ku Mizrakli nexweşê dil e û ji ber koronavirisê divê were tehliyekirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Dadgehê biryara xwe aşkere kiriye û gotiye ku ji ber sedemên taybet hatine girtin û tehliyekirina wî wê bandoreke neyênî li ser pêvajoya dadgehkirina wî bike. Dadgehê di biryara xwe de diyar kiriye ku ew biryara tehliyeyê nadin.
9em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 9ê Adara 2020an de bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Mizrakliyî birî bû. (EKN/FD)