Daxwaza rakirina madeya parêzbendîyê hat qebûlkirin
Bi 376 dengan daxwaza guhertina madeya li ser parêzbendiya parlamenteran hat qebûlkirin.

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li parlamentoya Tirkiyeyê ji bo guhertina Makezagonê(Qanûna Bingehîn) deng hatin dayin ku parêzbendiya parlamenteran bêne rakirin.
531 parlamenteran dengên xwe bi kar anîn. 376 dengên erênî û140 dengên neyînî hatin dayin.
7 zerfên dengan vala derketine. 3 deng şewitî ne.
Li Dengdana didoyê:
Ji bo maddeya didoyê 374 dengên erênî, 136 dengên neyînî, 4 dengên bêbiryar, 11 dengên vala û dengekê şewitî derketin.
Encamên dengdana yekem
Di dengdana rûniştina yekem de li gorî encaman teklîf rasterast qebûl nedibû, lê li ser teklîfê referandûm pêk dihat.
Di rûniştina yekem de, encamê dengdana ji bo madeya yekem wiha ne: 350 erê, 148 na, 27 vala, 6 bêbiryar.
(BK/MB))
* Wêne: Raşit Aydogan / Ankara / AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.